Şêrko Bêkes li Stockholmê hate bibîranîn
Şêrko Bêkes li Stockholmê hate bibîranîn
Şêrko Bêkes li Stockholmê hate bibîranîn
Pêşengê helbestvanên Kurd Şêrko Bêkes ku digot; ‘Min li Silêmaniyê li Parka Azadî defin bikin, min li gel abîdeya ji bo şehîdên 1983’an hatiye avakirin defin bikin. Li wir wê bêhna min neçike. Jin û mêr, hezkirî wê bibin mêvanên min.’ Li Stockholmê ku jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê hate bibîranîn.
Şêrko Bêkes li salona ku di 1988’an de ‘Xelata Tucholsky’ ji destê Serokwezîrê demê yê Swêdê Ingmar Karlsson girtibû, hat bibîranîn û ji her çar parçeyê Kurdistanê Kurd tevlî bûn.
Sînevîzyoneke ku jiyan û berhema Bêkes vedigot hat nîşandan û pitşre jî hevalê Bêkes, Omer Şeyhmus diyar kir ku Bêkes ji bo çanda Kurd cihekî girîng digire û her wiha ji bo yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna siyasî jî cihekî girîng digire.
Şeyhmus da zanîn ku PEN a Swêdê ji bo bîranîna Nivîskarê Elman Tucholskî ji 1985’an heta niha xelatan dide û di nava 29 salan de 3 nivîskarên Kurd xelata Tucholskî girtine û got: “Xelata yekem di 1988’an de Şêrko Bêkes girtiye, di 2000’î de Salîm Barakat û îsal jî Muharem Erbey girtiye.”
Şeyhmus destnîşan kir ku tenê ji Kurdistana Îranê nivîskarên Kurd xelat negirtine û wiha got: “Ez hêvîdar im xelatê nedin Kurdên Îranê. Ji ber ku ez dixwazim Îran azad bibe û rejîma Îslamî hilweşe û pêwistî nemîne ku xelat ji bo nivîskaran bê dayîn."
YEKEM HELBESTVANÊ KURD KU RONESANS PÊK ANÎ
Şeyhmus da zanîn ku Bêkes di 1969’an de pitûka xwe ji wî re şandiye û dostaniya wan wisa destpê kiriye û got ku Bêkes di helbesta Kurd de ronesans pêk aniye.
Şeyhmus wiha got: “Helbestvanên Kurd ên berê li ser ol an jî pirsgirêka Kurd helbest dinivîsin. Lê Bêkes li gel helbestên têkoşîn û berxwendaê li ser xweza, sewal û evîndariyê jî helbest dinivîsî. Bêkes bi Kurdiyek gelek paqij berhemên wêjeyî dinivîsî.
Bêkes ji welatê xwe û axa xwe gelek hez dikir. Li Swêdê rehet nedikir. Digot dema ez vegerim welatê xwe ez ê siyasetê bikim, lê ji ber ku rewşenbîrekî entelektuel bû nekarî siyaset bikira.
Li ser biryara girtina kovara Azadî ku bi nêzîkatiya xwe ya PKK’ê dihat zanîn, Bêkes bi Talabanî re ket nîqaşê û li dijî girtina kovarê derket. Ji ber protestokirina girtina pirtûkê ji peywira xwe ya wezareta çandê îstîfa kir.
Ez ji ber vê nêzîkatiya Bêkes gelek kêfxweş bû. Bêkes di heman demê de xwedî li nirx û şehîdên Kurdistanê derdiket û divê ev nêzîkatiya wî mînak bê girtin.
BÊKES MOZARTÊ HELBESTA KURD A MODERN E
Rojnameger û helbestkar Kurdo Baksî, got ku ji roja ku Bêkes hatiye Swêdê ew nas kiriye û bi salan li heman taxê ew cîran bûne û wiha berdewam kir: “Hevalekî gelek mutewazî bû. Ji rûyê wî ken kêm nedibû. Bêkes di 1965’an de ji bo rizgariya gelê Kurd derketiye çiyê û tevlî pêşmergeyan bûye. Piştre jî bûye welatiyê Swêd û Mîlanoyê. Bêkes bi stîl û zimanê xwe yê xweser, bûye Mozartê helbesta Kurdî.
HEM WELATPARÊZ Û HEM JÎ ENTERNASYONALÎST BÛ
Sefîrê Stockholmê yê Iraqê Bekîr Fatah jî da zanîn ku Bêkes ji ber taybetiyên xwe yên enternasyonalîst û welatparêz, yek ji helbestvanên Kurd ên navdar bû.
Fatah bi lêv kir ku di nav helbestvanên Kurd de helbestvanê ku herî zêde xwedî biryar bû û li dijî şovenîzm û neteweperestiyê bû, Bêkes bû.
BAVÊ HELBESTA KURD A MODERN BÛ
Bêkes di 2’ê Gulana 1940’î de li Silêmaniyê hat dinê. Kurê helbestvanê Kurd Faîk Bêkes bû. Şêrko Bêkes di 1965’an de tevlî pêşmergeyan bû. Di van salan de di radyoya Dengê Şoreşê de bang li Gelê Kurd kir. Bêkes helbestên berxwedan û şoreşê xwendin û pirtûka xwe ya yekem di 1968’an de weşand.
Di 1987’an de Xelata Tucholsky girt. Bi armanca girtina xelata xwe hat Swêdê û li wir bi cih bû. Piştî hilweşandina rejîma Saddam salek û nîvê li Herêma Kurd a Federal wezareta çandê kir. Nêzî 40 pirtûkên wî hene. Hinek pirtûkên wî bi Îngîlîzî, Erebî, Swêdî, Fransî, Tirkî, Elmanî û Yewnanî hatin wergehandin.
Di dema mirina wî de çapemeniya Swêdê bi ser navê ‘Bavê helbestvaniya modern a Kurd Şêrko Bêkes jiyana xwe ji dest da’ nûçe weşandin û li ser wesiyeta wî cenazeyê wî li Parka Azadî ya Silêmaniyê hat definkirin.