Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana gelan didome.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî û dijî pergala desthilata Îranê bênavber dewam dike. Piştî darvekirina xwepêşanderan xelk li her cihî daketin kolanan û çalakî li dar xistin.

Duh li gundê Zêwke ya bajarê Pîranşarê, merasîma çileya xwepêşanerek bi tevlîbûna malbat û welatiyên gund çêbû. Li bajarê Dereşar ya Îlamê jî duh bi şev welatiyan agir berdan wêneyên rayedarên Îranê.

Li bajarê Îranê Zahîdan jî bi sedan kes daketin kolanan û dijî desthilata Îranê meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.

Li bajarên Çebehar, Xaş, Zehek, Îranşar ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî ya ji aliyê Îranê, hem li nav Îran hem jî dervey Îranê bû sedema nerazîbûnan. Li Kirmaşan meşek bêdeng hat lidarxistin, lê hêzên Îranê êrişî xelkê kir û gelek kes birîndar bûn.

Li gelek herêmên Tahranê jî bi pêxistina muman û çalakiyên cuda, welatiyan nerazîbûna xwe ya dijî darvekirina Muhsîn anîn ziman.

Li Rojhilatê Kurdistanê dayîka hunermend Saman Yasîn yê ku hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir da ku ji bo betalkirina cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê.

Duh jî li bajarê Dehgulan ya Rojhilatê Kurdistanê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî, piştî hatibû destgîrkirin bi êşkenceyê hatibû kuştin.