Serdanên ji bo nobeta malbatan didome
Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhat çû serdana Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û peyama: “Girtî mehkûmê mirinê hatin kirin” da.
Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhat çû serdana Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û peyama: “Girtî mehkûmê mirinê hatin kirin” da.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên cezayê wan hatî şewitandin ku li Baroya Wanê danî destpêkirin di roja 75’an de didome. Çalakî bi dayika Malik Demîragaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê girtî Emîne Demîragaç, hevjîna girtiyê nexweş Ebedîn Abî yê li Girtîgeha Tîpa 2 ya Kayserî Bûnyan Zûbeyde Abî, hevsera Îbrahîm Alkan ê li Tîpa F ya Wanê Dilşah, hevjîna Îbrahîm Alkan dest pê kir. Li girtîgehê bavê Alkan û Botan Tîmûr Kazim Tîmûr ê li heman girtîgehê girtî bû, dewam kir. Endamên Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhat nobet ziyaret kirin.
'BI TAYBET GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD DI HEDEFÊ DE NE'
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhat, Azad Kalkan di serdanê de axivî û got, "Em dizanin ku li Tirkiyeyê li her qadê zilm li mirovan tê kirin. Ji ber vê yekê berdêla herî giran girtiyên li girtîgehan dikişînin." Kalkan anî ziman ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan tevî rapora 'nikanin li girtîgehê bimînin' jî nehatin berdan û got, "Dewlet ji valahiya pergala edaletê sûd werdigire, bi taybetî girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî mirinê dike. Weke komele em her tim li cem çalakiya ku dayikên me dane destpêkirinin."
Kalkan bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk kir û got: "Ji bo dawî li vê trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bê divê her kes çi ji destê wê bê bike."