Serdana Îmraliyê bi tena serê xwe têr nake
CPT çûbû serdana Îmraliyê lê heta ku Tirkiye destûrê nede, wê daxuyaniyê nede. Hevseroka OHD’a Stenbolê parêzer Esra Bîlen diyar kir ji ber şertên di sala 2019’an de neguheriye CPT dibe ku daxuyaniyê bide.
CPT çûbû serdana Îmraliyê lê heta ku Tirkiye destûrê nede, wê daxuyaniyê nede. Hevseroka OHD’a Stenbolê parêzer Esra Bîlen diyar kir ji ber şertên di sala 2019’an de neguheriye CPT dibe ku daxuyaniyê bide.
Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ji sala 2019’an û vir ve cara pêşîn çû Îmraliyê lê tu daxuyanî neda. Hevseroka OHD’a Stenbolê parêzer Esra Bîlen ji ANF’ê re axivî û diyar kir CPT xwe dispêre esasa nepeniyê û ji ber wê ew ê nikaribe raporê eşkere bike. Bîlen diyar dike ji ber ku ji sala 2019’an û heta niha şert neguherîne, ligel ku Tirkiye destûrê nade eşkerekirina raporê, CPT dikare înisîyatîfê bistîne.
Bîlen derbarê serdana CPT’a ya li Îmraliyê got ku “A rast komîte ji zû ve neçûbû serdana Îmraliyê û ev li dijî hebûna komîteyê ye. Ji ber ku komîteyê di raporên xwe yên berê de diyar kiribû têkiliya bi derve ya girtiyên li Îmraliyê tê astengkirin û ji her cure parastina hiqûqî bêpar tên hiştin. Ev tespît di heman demê de tê wateya tespîta îxlala qedexekirina êşkenceyê jî. Peywira komîteyê ev e ku biçe serdana mirovên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin lê ligel vî tiştî komîte demeke dirêj neçû serdanê. Ev jî tê wateya ku binpêkirinên mafan tên pesendkirin.
Vê serdana nû di warê mekanîzmayên navneteweyî de dikare wekî pêşketineke erênî were dîtin lê di vê qonaxê de serdan bi tena serê xwe têr nake. Divê komîte derbarê serdanê jî daxuyaniyekê bide. Ev jî heye ku tespît û raporên ku komîte dide û bersivên hikumetan di warê rêgezî de veşartî û nepen in. Dewlet dibe ku destûrê nedin ku komîte raporên xwe eşkere bike. Di vê rewşê de komîte daxuyaniyê dide ku dewletê destûr nedaye ew rapora xwe eşkere bike. Lê heke dewlet li gorî pêşniyazên komîteyê rewşê baştir neke, komîte dikare biryarê bide ku ew daxuyaniyê bide. CPT çû Îmraliyê û dît ku vê rewşa ku têkiliya wir bi derve re tune, hê jî didome. Em dev ji başkirina rewşê berdin, dît ku tecrîd hatiye girankirin. Divê a niha bêyî girêdayî Tirkiyeyê be, karibe daxuyaniyê bide.”
Parêzer Esra Bîlen diyar kir CPT’ê rapora xwe ya serdana di sala 2019’an de ji ber ku Tirkiyeyê destûr neda, eşkere nekir lê heta niha şert neguherîne. Bîlen got “CPT dikare înisiyatîfa xwe bi kar bîne û rapora xwe eşkere bike. Di mehên pêşiya me de, em ê helwesta CPT’ê bibînin.”
Bîlen derbarê bersiva ku wê Tirkiye jî got “Bersiva ku Tirkiye dide komîteyê ji bersiva girtîgehan û wezîrê edaletê ne cihêtir e. Di vir de balê dikişînin ser polîtîkaya ku ew qet êşkenceyê nakin. Ji bersiva Tirkiyeyê wêdetir, li gorî min raporên saziyên civakî yên sivîl girîngtir in. Bila Tirkiye heta sibehê bibêje êşkence tune, gelo ev rast e? Na. Ne rast e.
Di raporên me de û di yên rêxistinên maf û edaletê de, gelek îddîayên êşkenceya li girtîgehan heye. Nedîtin û redkirina van tiştan, nake ku ev tişt ji holê rabin. Ji bersiva Tirkiyeyê wêdetir, raporên CPT’ê û yên saziyên maf û edaletê girîngtir in.”
Bîlen diyar kir tecrîda li Îmraliyê bi hiqûqa teknîkî were ravekirin wê nêzikatiyeke şaş be û got “Bi cezayên dîsîplînê re pêşiya hevdîtinên bi rêzdar Ocalan re tê girtin. Ji ber van cezayan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û heta niha 11 salan de bi tenê 5 caran parêzer karine biçin hevdîtinê. Ji sala 2014’an û heta niha bi tenê 5 caran malbat çûne hevdîtinê. Berê jî hevdîtina bi parêzeran di hefteyê carekê de, saetek bû lê ev jî her dem hatiye astengkirin.
Ji sala 1999’an û heta niha têkiliya bi derve hatiye sînordarkirin gelo em ê vî tiştî bi cezayên dîsîplînê rave bikin? Beriya vî tiştî divê em qala mafê girtiyan û mafên sereke yên mirovan bikin. Sermesele qedexekirina êşkenceyê qedexeyeke teqez e. Di şertên wekî Rewşa Awarte û şer de jî nayê binpêkirin. Lê wekî ku CPT û DMME jî diyar kiriye, ev tecrîd tê wateya binpêkirina qedexeyê. Nabe ku mafên sereke bi cezayên dîsîplînê ji holê were rakirin.”