Semra Guzel bi îfadeya şahidê veşarî tê sûcdarkirin
Îdianameya ku pê 15 sal cezayê girtîgehê ji bo Parlamentera HDP’ê Semra Guzel tê xwestin, hat qebûlkirin.
Îdianameya ku pê 15 sal cezayê girtîgehê ji bo Parlamentera HDP’ê Semra Guzel tê xwestin, hat qebûlkirin.
Îdianameya têkildarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a girtî de ku hat amadekirin, jê re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat gotin ku şahidê veşarî yê bi navê “Ezel” li ser Guzel îfade daye û ew di wêne de teşhîs kiriye. Hat diyarkirin ku şahidê veşarî 12’ê tebaxa 2018’an li ser Guzel li Dozgeriya Amedê îfade daye. Şahidê veşarî, gelek sûc xistine stûyê Semra Guzelê. Şahidê veşarî, îdia kiriye ku Guzel bi fermana rêxistinê xebitiye.
Her wiha Guzelê di îdianameyê de bi wêneyê wê ku li gel endamê HPG’ê Volkan Bora derketibûn jî tê sûcdarkirin. Guzel, bi gelek xebatên xwe yên partiya xwe û xebatên jinan û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hatiye sûcdarkirin.
22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku îdianameya Guzelê qebûl kir, tê payîn bi guncavdîtinê re roja rûniştina dozê diyar bike.