Sempozyûma TUM BEL-SEN: Xweseriya rêveberiyên xwecihî ji bo aştiyê jiyanî ye

Di Sempozyûma Demokrasî, Ked, Rêveberiyên Xwecihî ya Navneteweyî ya 2'yemîn a TUM BEL-SEN'ê de işaret bi girîngiya xurtkirina rêveberiyên xwecihî û demokrasiya herêmî li pêvajoya aştiyê hate kirin.

Sempozyûma li Enqereyê bi beşdariya hevşaredaran, akademîsyen, sendîkavan, şaredarên ku qeyûm li şûna wan hatiye danîn û pisporên navneteweyî hate lidarxistin.

Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Erdal Bozkûrt di destpêka sempozyûmê de axivî û anî ziman ku feraseta rêveberiyê ya otorîterbûyî demokrasiya xwecihî lawaza kiriye. Erdal Bozkûrt destnîşan kir ku aştiya mayinde û çareseriya demokratîk a li pirsgirêka Kurd wê bike ku rêveberiyên xwecihî bi rengekî azad bixebitin.

Bozkûrt bi dewamî got, "Ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengekî azad û demokratîk, ji bo jiyana bi hev re ya hemû bawerî, nasname û fikrên cuda yên li welêt bi rengekî azad, gelekî girîng e ku rêveberiyên xwecihî li ser bingeha azad, demokratîk, tevlîkar û gelparêz jinûve bêne avakirin."

Di rûniştina destpêkê de Dr. Erdogan Boz axivî û diyar kir ku aştî ne tenê rawestandina şer e, her wiha civakîbûna edalet û demokrasiyê ye.

Nûnerê Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê yên Ewropayê Pablo Sanchez Centellas jî destnîşan kir ku xweseriya rêveberiyên xwecihî ji bo xurtkirina aştiya pozîtîf û edaleta civakî pêwîstî ye.