Li Stenbolê dê li ser jiyana marksîstê navdar Dr. Hikmet Kivilcimli sempozyumek dê bê lidarxistin. Di sempozyumê de dê li ser jiyan û kesayetiya Kivilcim li gelek nirxandin û nîqaş bên kirin.
Li Stenbolê di navbera 17 û 18’ê çile de li ser marxsistê navdar Hîkmet Kivilcim li dê sempozyumek bê lidarxistin. Di sempozyuma li Zanîngeha Hunerên Delal (Güzel Sanatlar) ya Mîmar Sînan bê lidarxistin de wê hemû aliyên Dr. Hîkmet Kivilcimli bên nirxandin.
Her wiha li ser jiyana wî, kesayetiya wî, malbat û derdora wî jî dê nîrxandin bên kirin. Li gel vana dê li ser jiyana wî ya têkoşer û berhemên wî jî hin nîqaş bên kirin. Kesên tevli sempozyûmê dibin wê bikaribin wekî axafvan jî cihê xwe bigirin. Sempozyum dê ji aliyê van kesan ve bê lidarxistin. Nivîskar Demîr Kuçukaydin, Civaknas Bîrol Dînçel, Ferhat Berkpinar, Latîfe Fegan, Ahmet Goral û Nîzamettîn Ustundag
Di çarçoveya sempozyumê de dê pêşengeh, konser, nîşandan fîlm û vîdeoyan jî bê lidarxisti.