Semînera 'Paradîgmaya Ocalan' wê îro bê lidarxistin

Semînera 'Paradîgmaya Ocalan' a Jin Tevna Paşerojê Dihûne, îro li gorî dema Ewropayê saet di 20:00 de wê bi rengê online bê lidarxistin.

Rêxistiniya (Network Women Weaving the Future) Jin Tevna Paşerojê Dihûne ku REPAK jî di nav de ye, semînera bi mijara Paradîgmaya Ocalan ku 4'ê Nîsana 2021'ê dest pê kir, cara sêyemîn 16'ê Hezîranê li dar dixe.

Semîner wê li gorî dema Ewropayê saet di 20:00 de bi sernavê Sosyolojiya Azadiyê pêk were û nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li azadî û desthilatdariyê bê nirxandin.

Semînera ku akademîsyen Nazan Ustundag wê lê biaxive, li ser vê navnîşanê dikare bê temaşekirin.