Şehîdên Qereçoxê li Berlînê hatin bîranîn
Kurdistaniyên li paytexta Elmanya Berlînê dijîn, 20 şervanên YPG'ê yên di êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn.
Kurdistaniyên li paytexta Elmanya Berlînê dijîn, 20 şervanên YPG'ê yên di êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn.
Civîna bîranînê ji aliyê PYD Berlîn ve hate organîzekirin û ji NAV-DEM Berlîn û Meclîsa Jinê ya DESTDAN bi qasî 80 kes tevlî bûm.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê Meclîsa PYD Berlînê Mistefa Mamo, dayika şehîd û endama KOMAW'ê Şemse Bîlgîn, Nûnera TJK-E Nûpel Mûnzûr û Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil axivîn.
Qisekeran, bal kişandin ser girîngiya dilsoziya xwe ya bi têkoşîna şehîdan re.
Xizmên şehîdên YPG'ê yên ji Dortmûndê hatin û tevlî bîranînê bûn, lenet li terora dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê anîn.
Di merasîma bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bimire xiyaneta PDK'ê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.