Sê Tirkmenên ji DAIŞ'ê reviyan xwe gihandin gerîlayên HPG'ê
Sê Tirkmenên ji DAIŞ'ê reviyan xwe gihandin gerîlayên HPG'ê
Sê Tirkmenên ji DAIŞ'ê reviyan xwe gihandin gerîlayên HPG'ê
Sê Tirkmenên ji destê çeteyên DAIŞ'ê reviyan, xwe gihandin gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê. Tirkmenan diyar kirin ku sê meh in ew di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî bûn û ji ber alîkariyê spasiya gerîlayên HPG'ê kirin.
Çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxê de, li nêzî gundê Semîn ê Telaferê, Mûhtar Mûhammed, birayê wî Abdulbasîr Zeynel Mûhammed û kurê wî Casim Mûhtar Mûhammed mîna gelek Êzidî û Tirkmenan revandin. Mûhtar Mûhamed ku sê mehan di destê çeteyan de dîlgirtî bûn, behsa mercên dîlgirtinê kir: "Em ji gundê Semîn ê li nêzî Telafer in. Bi salane li ser vê xakê em bi xwişk û birayên xwe yên Êzidî re dijiyan. Roja 3'ê Tebaxê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê dema dor li Şengalê girtin, mîna gelek xwişk û birayên xwe yên Êzidî û Tirkmen, me jî berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Dema me xwe gihandin lofa çaran a di navbera navenda Şengalê û Çiyayê Şengalê de, çeteyan em sekinandin. Ji me re gotin ku divê em vegerin. Em neçar man vegerin. Çeteyan em birin cem xwişk û birayên xwe yên Êzidî û Tirkmen ên piştî komkujiyê dîl girtibûn. Dûre jî em li malekê ragirtin. Sê mehan em di malekê de hatin ragirtin. Sê mehan tî birçî em jiyan. Bi tenê Êzidiyekî cîranê me alîkarî dikir. Hem xwarin hem jî av dianînin. Eger ew nebûya, ji nêza û tîna em ê bimira. Wekî din, nizanîbûn ku em Şîa ne. Ji bo me nekujin, me negotin ku em Şîa ne. Naxwe mîna xwişk û birayên me yên Êzidî û Şîa yên din, wê em jî qetil bikira. Gelek Tirkmenên mîna me hînê di destê çeteyan de ne."
Tirkmenan di şeva 9'ê Mijdarê de ji destê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe gihandin gerîlayên HPG'ê. Tirkmenan ji ber alîkariya wan, spasiyên xwe pêşkêşî PKK'ê kir. Tirkmenan gotin, "Di 9'ê Mijdarê de me firsend dîtin, em ji destê çeteyan reviyan û hatin cem PKK'yiyan. Me dîtin ku gerîla çiqasî mirovhez û alîkarîhez in. Alîkarî dan me. Bi derfetên di destê xwe re hemû pêwîstiyên me tedarik kirin. Ji ber vê yekê em gelekî ji wan razî ne. Ew xwişk û birayên me ne. Em ji dewleta Tirk ne razî ne. Ji ber ku wan alîkarî nedan me, di ser re lîkariyê didin wan kesên ev komkujî kirine. Lewma em gelekî bi hêrs in. Her wiha PKK'yî bêyî cihêkariyê bixe navbera olan, alîkariyê didin her kesî, her mirovê ji ol û qewmê. Xwedê ji wan razî be. Ew mucahîtên herî baş in. Yên ola Hz. Huseyîn bi pêş ve dibin in. PKK xwişk û birayê me ye."
