Rêveberiya Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan, Rêveberiya Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî, Rêveberiya Hevgirtina Ciwanên Êzîdî û Rêveberiya Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî, ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Herbijî) daxuyaniyeke hevpar weşand.
Peyama hevpar bi gotina, "Bi destûra Xwedê û Tawisî Melek em hevrêyê xwe Herbijî bi bîr tînin" destpê kir û wiha dewam kir: "Bi xemgînî me bihîstin hevrêyê me, siyasetmedarê gelê Kurd, bavê cangoriyên aştî, azadî û mirovatî, Herbijî/Celal Ozkan, jiyana xwe ji dest da.
Em weke Navend, Sîwan, Komel û Saziyên Êzîdiyan ji bo hemû hevalan, gelê Kurd û ji malbata Apê me Herbijî sersaxî dixwazin."
Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ser xizmeta bi dehan salan a Ozkan ji bo gelên Kurdistanê û hat bibîrxistin, ku Ozkan bavê sê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Rehma Xwedê, Tawisî Melek û Rojê li wî be" û hat destnîşan kirin, ku kesên di dema jiyana xwe de weke çira bû, wê her tim jiyana wan ronî bikin.