Redkarê Wijdanî Halîl Savda û hevalên wî ku di roja 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Roboskiyê dest bi mesa aştiyê kiribû gehişt Enqereyê. Savda û hevalên wî ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazî kirin.
Halîl Savda û hevalên xwe piştî meşa 50 rojan ku ji gundê Roboskiyê yên 34 gundiyên ji aliyên balefirên şer hatin qetilkirin di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de derketin, rê gihiştin Enqereyê. Savda û hevalên xwe ku ji bo dawî li kuştin, operasyon û zextan bê derketin rê, ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin.
Savda anî ziman ku, ew di rêwîtiya xwe de ji aliyê malbatên gêrîlla û leşkeran ve hatin pêşwazîkirin û rêwîtiyek rengîn derbaz kirin. Savda ku li Dîkmenê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin, ligel hevalên xwe heta Kizilayê meşiyan. Koma li gel Savda li Qada Sakaryayê sloganên “Ji şer re na, aştî hema niha" “Em girtiyên siyasî silav dikin" bilind kirin. Li Qada Kizilayê Hunermend Îlkay Akkaya, derket ser dikê û stran gotin. Parlementerê BDP'ê Nazmî Gur da zanîn ku, meşa bi 2 kesan destpê kir, li Neqereyê bi hezaran bi dawî bû.
Piştre meşvanê Redkarê Wijdanî Halîl Savda anî ziman ku, di meşê de kesên aştî dixwestin piştgirî dan wan û wiha got: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêka Tirkiyeyê jî çareser nabe. Divê hikûmeta Kurd pirsgirêka Kurd çareser bike. Di meşê de malbatên gêrîlla jî û malbatên leşkeran jî piştgirî dan me. Ew giriyan em giriyan. Me hest û ramanê xwe bi hev re parvekir.