Salvegera damezrandina PKK'ê li qadên gerîla hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li qadên gerîla hat pîrozkirin

36. salvegera damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê bi sedan gerîlayan ve hat pîrozkirin. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê Delal Amed di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku ruhê berxwedanê yê PKK'ê bi Kobanê re li tevahiya cîhanê belav bûye.

36. salvegera damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li gel Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê Delal Amed, Fermandarên Akademiya Apollo Gulnaz Turk, Koçero Ûrfa, Yilmaz Serhat û ji fermandarên HPG'ê Seyîdxan Dêrsim gelek gerîla amade bûn.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê Delal Amed, di pîrozbahiya bi merasîma leşkerî destpê kir de axivî.

Amed di axaftina xwe de got, "Di demeke gelekî girîng de em salvegera damezrandina PKK'ê pêşwazî dikin. Pêvajoyeke welê ye, ku di kesayetiya Kobanê de berxwedana Kurdistanê li tevahiya cîhanê belav bûye. Mîna pêla azadî û demokrasiyê hemû gel gihandiye hev.

Di kesayetiya Arîn, Diyar û Gelhatan de şehîdên me yên leheng destan nivîsandin. Ruhê berxwedanê yê PKK'ê ji roja avabûnê heta îro, bêhtir zindî dibe û bi vê zindîbûnê re Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê di nava xwe de vedihewîne. Bêguman têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Kobanê şênber bûye, wê li tevahiya Kurdistan û cîhanê jî belav bibe. Kurdistanî ji tevahiya gelên cîhanê yên demokratîk re pêşengiyê dike. Em jî weke hêzên HPG û YJA STAR'ê pêwîste vê wezîfeya xwe ya pêşengiyê bizanibin û li gorî wê xwe amade bikin. Divê HPG di kesayetiya Arîn û Gelhat de xwedî li ruhê berxwedana PKK'ê ya li Kobanê zindî bûye derkeve, bi ruhê tolhildanê yê şehîdan re têkoşînê bi ser bixîne. Serketin wê ya Kurdistan û hemû gelên bindest ên cîhanê be."

Pîrozbahî bi stran, şano, govend û skêçan dewam kir û bi gerandina govenda gerîla bi dawî bû.