Salih Muslim wê bi Davûtoglû re rûnê!

Salih Muslim wê bi Davûtoglû re rûnê!

Hat hînbûn, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû hatiye Tirkiyê. Tê gotin wê di navbera herduayn de li ser Rojavayê Kurdistanê hevdîtin bên kirin.

Li gorî nûçeya DÎHA'yê, derdorên nêzî PYD'ê piştrast kirin ku Salih Muslim çûye Tirkiyê û li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû ev serdan hatiye kirin. Hat hînbûn di hevdîtina navbera herduyan de wê mijarên rêveberiya demî ya li Rojavayê Kurdistanê û vekirina deriyê sînorê Rojavayê Kurdistanê bê nirxandin.