Meşvanên Çukurovayê gihîştin Mêrsînê: Em aştî û nan dixwazin

DEM Partî li dijî burdçeya navendî ya ku li meclisê tê nîqaşkirin ji aliyên Tirkiyeyê ve ber bi Enqereyê dimeşin. Meşvanên Çukurovayê gihîştin Mêrsînê. Sezaî Temellî diyar kir ku budçe karkeran tine dihesibîne û got, "Em nan dixwazin, em aştiyê dixwazin."

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşa li dijî budçeya navendî ya 2026’an a ku li meclisê tê nîqaşkirin û bi armanca bilindkirina daxwaza edaletê ji çar aliyên Tirkiyeyê ber bi Enqereyê daye destpêkirin didome. Meşvanên Çukurovayê yên ku ji parka Abdullah Comert a navçeya Samandagi ya Hatayê dest bi meşê kiribûn gihîştin Mêrsînê.

Meşvanên ku li taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê ji otobusan daketin, bi çepik û dirûşmeya "Nan, aştî, azadî" ber bi Komeleya Karkerên Bêewle (GÎŞ-DER) ve meşiyan. Girseya ku li ber GÎŞ-DER’ê kom bû, bi çepikan meşvan pêşwazî kirin.

Serokwekîlê Koma Meclisê yê DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku ew ê daxwaz û hêviyên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê bi rê ketine wê bibin Enqereyê. Temellî anî ziman ku jin, zarok û karker di budçeyê de cih nagirin û got, “Di vê budçeyê de tenê sermaye û burokrasiya ewlehiyê hene. Em bi hev re li dû nan û aştiya xwe ne. Em nan dixwazin, em aştiyê dixwazin. Heke aştî tune be, nan tune ye" û destnîşan kir ku ew li dijî polîtîkayên şer, daxwaza aştiyê mezin dikin.”

Temellî bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û têkoşîna rêxistinkirî kir. Piştre welatiyên ku axivîn daxwaza "budçeya ne ji bo şer, ji bo kedkar û aştiyê” kirin.

Piştî axaftinan, bernameya meşvanan bi dawî bû.