Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da

Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê TBMM’ê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de qeyrana dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Florence ya Stenbolê. Rayedarên nexweşxaneyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku Sirri Sureyya Onder di roja 18’an a tedawiyê de ji ber nebesbûna lebatên wî saet di 16.10'an de jiyana xwe ji dest daye.