Rûsyayê şîvanê kurd yê hat kuştin sûcdar kir

Rûsyayê şîvanê kurd yê hat kuştin sûcdar kir

Ermenîstan cenazeya Mustafa Ulker yê di 31’ê tîrmehê de li sînor dema sewal diçêrand kuştin, nade.  Ulker di zozanên Akyaka ya sînorê Ermenîstanê dema sewalên xwe diçêrand, bi şaşî sewala wî ya derbasî sînor bibû digirt û di wê demê de ji aliyê leşkerên Ermenî ve hat gulebarankirin.

Ulkerê ku bê sûc hat kuştin, ji aliyê yekineyên Rûs yên sînor kontrol dikirin lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê leşkerên Rûs, şivanê kurd sûcdar dît.

Ji Rûsyayê daxuyaniya ‘destpêkê şîvanê kurd gule berdaye û li ser vê yekê dewriya sînor bersiv daye vê’ hat. berdevkê yekineya Muhafizên Sînor yê Rûs Sergey Greçîn diyar kir ku hemû aliyên bûyerê lêkolîn kirin û  şîvanê ji Tirkiyeyê sînor binpêkiriye.

Ermenîstan cenazeya Mustafa Ulker nade. Wezareta Karê Derve ev bûyer wek hêza bê sînor nirxand û şermezar kir.