Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku, dê nekarin gotinên weke mîsketên Rûs li Sûriyeyê tên bikaranîn piştrast bikin.
Wezîrê Rûs di dema serdana Luksemburgê de daxuyaniyek da rojnamevana û got; “Nehat piştrast kirin. Di vê rewşê de gelek çek hene, bi mîktarek zêde radestî Sûriye û welatên derdor hatine kirin.”
Wezîr Lavrov destnîşan kir ku, “Erdnîgariya navnetewîbûna vê pevçûnê berfirehe û gelek çek li vir tên peyda kirin. kî wan çek û cebilxaneyan dibe, evane ji kuderê tên û çawa tên radest kirin nayên zanîn, tespîtkirina wan zehmete.”
Ev daxuyanî jî piştî weşandina rapora organîzasyona mafê mirovan ya Amerîkayê HRW hate kirin. Human Rights Watch ragihandibû ku, bombeyên mîsket yên Sovyetê li Sûriyeyê dijî gelê sivîl têne bikaranîn.
BOMBEYÊN MÎSKET YÊN TIRKIYEYÊ
Li herêmê bi salane Tirkiye li dijî Kurdan bombeyên mîsketê bikartîne. Dîmenên van bombeyan gelek caran hatin kişandin û bi taybet li Başûrê Kurdistanê bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan. Lê belê heya niha saziyên navnetewî dest nadin çekên qedexe yên Tirkiye bikartîne.