Rûs ji bo Efrînê daketin qadan û Pûtîn şermezar kirin
Welatiyên Rûs Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn şermezar kirin ji ber ku destûr da Tirkiyeyê ku ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê bike.
Welatiyên Rûs Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn şermezar kirin ji ber ku destûr da Tirkiyeyê ku ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê bike.
Komek ji welatiyên Rûs duh li Meydana Sor a li paytext Moskowayê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn şermezar kir, ji ber ku êrîşên dagirkirina Efrînê erê kir.
Komê pankarta bi nivîsa "Kurd terorîst nînin" vekir û silav dan şervanên YPG û YPJ'ê. Komê diyar kir ku gelê Rûsyayê li dijî dagirkeriyê ye. Koma Rûs destnîşan kir ku ew piştgiriya Kurdan dikin.