Rûniştina Meclîsa Federal a ji kampanyaya daxwazên Kurdan a bi navê “Bila Nasnameya Kurdî” bi gotina “Rojbaş” (bi Kurdî) dest pê kir. Serokê YEK-KOM Yuksel Koç got “Rojbaş” û parlementer û endamên Komîsyona Daxwaznameyan silav kir.
Koç di meclîsê de bi kurtî 12 daxwazên Kurdan vegot û bal kişand ser biryarên Meclîsa Federal a Alman ji bo parastina çand û nasnameya Kurdan dane. Koç ji Almanyayê xwest ji bo pirsgirêka Kurd li Almanyayê bi aşitiyane çareser bibe, dewleta Alman hewl bide û bal kişand ser rola Kurdan a di pêşketina herêmê de.
Koç da zanîn ku qebûlkirina nasnameya Kurdan dê lez bide pêvajoya demokratîbkûna Tirkiyeyê û got; “Divê Almanya di vî warî de pêşengiyê ji Enqereyê re bike. Her wiha, qedexeya li ser PKK’ê jî rê li hevsengiya Kurdan a li vî welatî digire, Kurdan krîmînalîze dike.”
Koç krîterên Yekitiya Ewropayê yên ji bo parastina mafên kêmaran bi bîr xist û got; “Kurd li vir mafê kêmaran jî naxwazin. Kurd dixwazin li gel komên din ên penaberan bibin xwediyên mafên wekhev. Ez di wê baweriyê de me ku em ê hevsengiya civakê biparêzin. "
Rûniştin bi pirsên endamên Komîsyona Daxwaznameyê berdewam dike.
Rûniştin bi awayeke zindî di kanala televîzyonê ya meclîsa Alman de tê weşandin. Hûn dikarin li ser www.bundestag.de/Mediathek temaşe bikin. (http://web-tv.bundestag.de/iptv/player/macros/_x_s-144277506/scalableLivePlayer.html?content=1&singleton=true&bandwidth=NaN&plTempl=xasx_live.xml)