Rûniştina ji bo Kurdan a Meclîsa Alman saet di 14.00 de dest pê dike

Rûniştina ji bo Kurdan a Meclîsa Alman saet di 14.00 de dest pê dike

Rûniştina Meclîsa Federal a Almanyayê ya ji bo kampanyaya daxwazên Kurdan a bi navê “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” saet di 14.00 de dest pê dike. Ji her çar parçeyên Kurdistanê nêzî 100 nuner di Melcîsê de li benda rûniştinê ne.

Çavê zêdetirê milyonek Kurdên li Almanyayê dijîn, îro li Melcîsa Federal a Alman in. Meclîsa Alman ji bo kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM) hate destpêkirin û di encamê de 50 hezar îmze hatin komkirin, dicive.

Di kampanyayê de tê xwestin ku kurd jî wekî civakek cuda werin qebûlkirin, qedexeya PKK bê rakirin û xizmeta şewirmenidiyê ya bi zimanê zikmakî bê dayîn. Li gel van 12 xalên din jî hene.

Endamên komîsyona daxwaznameyan, parlamenterên partiyên di meclîsê de xwedî kom CDU/CSU, SPD, FDP, Keskan, Partiya Çep û ji hikûmeta Merkelê 4 wezîr dê tevlî rûniştinê bibin. Çav li rê ye ku Wezîrê Dadê Sabîne Leutheusser-Schnarrenberger, Wezîra Malbat, Zarok û Jinan Krîstîna Schroder, Wezîra Xebat û Civakê Ursula von der Leyen û Wezîrê Karê Hundirîn Hans-Peter Friedrîch jî tevli rûniştinê bibin.

Tê payin ku çapemeniya Alman eleqeyek mezin nîşanî vê rûniştinê bide. Rûniştina Meclîsa Federal a ji bo Kurdan dê saet di 14.00 dest pê bike.