Rûniştina doza Kobanê wê sibê bidome

Berdevkê Partiyê yê HDP’ê û Endamê Desteya Rêvebir a Navendî Gunay Kûbîlay di rûniştina doza Kobanê de axivî û diyar kir desthilatdariya AKP û MHP’ê berpirsyarê mirinan in.

Rûniştina doza Kobanê li eywana Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê domiya.

Rûniştin bi parastina Berdevkê Partiyê yê HDP’ê û Endamê Desteya Rêvebir a Navendî Gunay Kûbîlay domiya. Kûbilay diyar kir dema ku gel ji bo Kobanê daketine qadan divê desthilatdariya siyasî ji bo ku kes nemire peywira xwe pêk bianiya. Kûbîlay got “Di çalakiyan de pêşîlêgirtina provokasyonan û pêkanîna ewlekariya can a beşdaran peywira desthilatdariya siyasî û hikumetê ye.”

Rûniştina dozê wê sibê dîsa bi parastina Gunay Kûbîlay bidome.