Rûniştin hate taloqkirin, êrişa li Îzmîrê hate protestokirin
Rûniştina Doza Kobanê ji ber êrîşa faşîst a li Îzmîrê hate taloqkirin.
Rûniştina Doza Kobanê ji ber êrîşa faşîst a li Îzmîrê hate taloqkirin.
Sêyemîn rûniştina doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, piştî navberê berdewam kir. Di rûniştinê de parêzerên Berdevkê berê yê HDP’ê Gunay Kûbîlay mafê axaftinê girtin û parastin kirin. Parêzer Ozgur Erol, ji ber ku heyeta dadgehê mudaxaleyî pirsên parêzerên gazindkeran neda bertek nîşanî heyeta dadgehê da û got “Em sûcdariyên derew ên li hemberî muwekîlê xwe qebûl nakin.”
Erol, di berdewamê de bertek nîşanî daxuyaniya endamekî heyeta dadgehê ku got, ‘partiya ku di bûyerên Kobanê de xesar nedîtiye HDP ye’ da ev tişt got: “Birêz serok û endamên heyete hûn ji bilî doznameyê hin çavkaniyên din dişopînin. Heke tablo bê derxistin dê bê dîtin ku bi qasî HDP’î hatine darizandin û kuştin partiyeke duyemîn tuneye. Em ê avahiyên HDP’ê yên hatine hilweşandin û HDP’iyên hatine kuştin tune bihesibînin? Ji 37 kesên hatine kuştin 37 jê HDP’î ne. Em ê bibêjin û nîşan bidin. HDP’iyên ku hatine kuştin û neketine dosyayê hene.”
Parêzer Erol, sersaxî ji malbata Denîz Poyraz re xwest a ku di êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin û ji ber mudaxaleya polisan ku piştî êrişê li dijî parêzeran pêk hat daxwaz kir ku rûniştin taloqî sibê bê kirin.
Heyeta dadgehê daxwaza Erol qebûl kir û rûniştin taloqî sibê kir.
Siyasetmedarên girtî ku li eywana rûniştinê bûn jî bi dûrişmeya “Em ê destûr nedin wiha bidome, em qezenç bikin” ji eywana rûniştinê derketin.