Ruhê 15’ê Tebaxê zindî ye!

Komuna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst û Kampanya RiseUp4Rojava bi minasebeta 37’mîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê diyar kirin ku 15’ê Tebaxê serdemek hêvî, berxwedan û tekoşîna şoreşgerî daye destpêkirin.

Bi wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê Komuna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst û Kampanya RiseUp4Rojava daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de bal tê kişandin li ser girîngiya 15’ê Tebaxê û hatiye gotin: “Di berxwedanê de bi têkoşîna lehengî ya azadiyê ya gerîla re bibin yek!”

Daxuyanî wiha didome:

“15’ê Tebaxê ne tenê dîrokek e. Ev 37 sal in, girîngiya wê ya dîrokî li seranserê Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û derveyî wê tê bi bîranîn. Ew ne tenê rojek girîng destnîşan dike, lê serdemek hêvî, berxwedan û tekoşîna şoreşgerî daye destpêkirin ku di tekoşîna rojane ya li Kurdistanê de berdewam dike û zindî dibe, îlhamê dide mîlyonan li çar aliyê cîhanê!

15’ê Tebaxa 1984’an destpêka şerê çekdarî û şerê gerîla yê Tevgera Azadiya Kurd e, dema ku hêzên PKK’ê - piştî amadekariya bi salan - êrişî qereqolên polîs û leşkerî li Dihê û Şemzînanê yên li Bakurê Kurdistanê kirin, bersivek diyarker ji kolonyalîzma Tirk re dan û xalek girîng a zivirandinê li atmosfera wê demê ya bê hêvîtî û têkçûnan nîşan dane. Çalakiyên biryardar ên komeke biçûk a bi pêşengiya Şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz), li dijî faşîstên Tirk, atmosfera têkçûnê şikand û mîrateya berxwedana zindanan ya qehremanî a 14’ê Tîrmeha 1982’an berdewam kir. Li Tirkiyeyê, piraniya tevgerên şoreşger û dengên muxalîf an hatin perçiqandin an jî wan penaberî tercîh kirin.

Lê berxwedana li zindana Amedê ya di sala 1982'an de û çalakiyên bi biryar ên 15'ê Tebaxa 1984'an faşîst hejandin û destpêka pêvajoyeke şoreşgerî ya ku îro jî didome nîşan dan!

Çalakiya komek biçûk di demek kurt de veguherî têkoşîna bi mîlyonan. Serhildanên girseyî yên salên 1990'î, destketiyên di qada siyaseta demokratîk û şoreşa Rojava de; eger pêngava 15'ê Tebaxê neba ev hemû ne pêkan bûn. 15’ê Tebaxê ne salvegerek ji rêze û ne tenê rojek yê bîranînê ye; Pêngava 15’ê Tebaxê xala destpêkê ya pêvajoya şoreşê ya niha li herêmê belav dibe; rojek e ku em soza xwe ya domandina têkoşîna şoreşgerî her roj bi biryardarî nû bikin!

Ruhê berxwedana bi biryar a 15’ê Tebaxê di berxwedana rojane ya gerîlayan a li dijî faşîzma Tirk de ku fedekarî û qehremaniya herî mezin e, tê temsîl kirin. Gerîla zêdeyî 100 roj in dîrokeke din a destanî dinivîse, ji 23’ê Nîsana îsal ve bi qehremanî li ber xwe dide û şoreşa li Rojhilata Navîn û derveyî wê li dijî êrîşa topyekun a dewleta faşîst a Tirk a li ser herêmên di bin kontrola gerîlayan Metîna, Zap û Avaşînê diparêze. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya Tirkiyeyê ji bo şikandina vîna azadî û berxwedana gelê Kurd û hemû hêzên antî-faşîst ên li herêmê, ev bi taybet 6 sal in, di çarçoveya konseptek şênber, her tişt kir. Erîşa topyekun ya dewleta faşîst a Tirk berdewama şerê li bajarên Bakurê Kurdistanê yên di salên 2015 û 2016’an de, dagirkirina Efrînê di 2018’an de, Girê Spî û Serêkaniyê di sala 2019’an de, her wiha şerên êrîşkariyê yên li dijî gerîla li herêmên Xakûrkê û Heftanînê ye. Em nikarin têra xwe teqez bikin: Li piştgirtin û parastina destketiyên şoreşa Rojava tê wateya ku li pişt ruhê berxwedan û biryardariya şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê jî girtin û parastina têkoşîna lehengî ya gerîla ye.

Faşîzma Tirk nikare bi tena serê xwe tevbigere. Şoreşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn her roj ji aliyê dewletên oportunîst û emperyalîst ên cîhanê, bi taybetî DYE, Ewropaya Rojavayî û dewletên din ve tê êrîş kirin ku bi hevkar û sûdmendên sermayedar re bi desteka teknolojî, leşkerî, darayî, siyasî, û piştgiriya dîplomatîk êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê gengaz dikin.

Ji ber vê yekê, wekî hêzên antî-faşîst û şoreşger, girîng e ku em hevgirtina xwe bidomînin û bi çalakiyên li dijî hemû cihên hevkariya leşkerî, dîplomatîk û aborî ya faşîzma Tirk li welatên me û li çar aliyê cîhanê parastina şoreşê bikin.

Em bang li her kesî dikin ku di berxwedanê de bibin yek!

Bi çalakiyên afirîner derkevin kolanan!

Li ser malpera RiseUp4Rojava li nexşeya armancan binihêrin!

Bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê û bi têkoşîna gerîla re em ê faşîzma Tirk têk bibin, Kurdistanê biparêzin û jiyana azad ava bikin.

Şoreşa li Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve; faşîzm wê were pelçiqandin.

Bijî hevgirtina navneteweyî!”