Rojnamevan Zeynep Kuray hat berdan
Rojnamevan Zeynep Kuray a ku duh hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan.
Rojnamevan Zeynep Kuray a ku duh hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan.
Li Kadikoya Stenbolê duh polîsan avêt ser mala rojnamvan Zeynep Kuray û ew binçav kirin. Piştî karên li muduriyeta polîsan ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê” sewqî edliyeyê hate kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Kuray hate berdan.
Kuray, diyar kir ku li Bûrsayê li ser îxbara kesekê ya ji bo Navenda Têkiliyên Serokwezîrtiyê (BÎMER) di derbarê wê de doz hatiye vekirin. Kuray wiha got: “Parvekirinên min ên dema li Kobaniyê bûm û hevpeyvînên bi min re hatin çêkirin xistine dosyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê hatim berdan.”