Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bîranîn

Rojnamevan Kadrî Bagdû yê li Edeneyê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, ku di 14'ê Cotmeha 2014'an de dema li Semta Şakîrpaşa ya Taxa Ova ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi bisîkletê rojname belav dikir, ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hate bîranîn.

Malbata Bagdû, Komeleya Rojmamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Windayan re yên Behra Spî (AYKAYDER), (AATUHAY-DER) a Edeneyê, rêveber û gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn.

‘BEŞEK JI ŞERÊ TAYBET E’

Li ser gora Bagdû qerenfîl, rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşam hatin danîn. Hevjîna Bagdû Şemsa Bagdû peyama edaletê da.

Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî bi bîr xist ku kujerên Bagdû nehatine dîtin û cezakirin û got, “Ev parçeyek ji polîtîkaya taybet a şer û bêcezakirinê ye. Dosyaya Musa Anter bê encam bi dawî kirin. Kujerên hevrêyê me Kadrî jî nayên dîtin. Em ê li dijî vê têbikoşin. Em ê têkoşîna ku hevrêyên me di nîvê de hiştine bidomînin. Zîhniyeta ku di sala 2014’an de hevrêyê me Kadrî qetil kir û zîhniyeta ku Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê qetil kir yek e. Li Tirkiye û Kurdistanê bi giştî 79 rojnamevan girtî ne, li tu deverên cîhanê mînakek wiha nîne. Êrîş, destgîrkirin û girtinên li dijî çapemeniya azad dewam dikin. Weke çapemeniya azad wê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Têkoşîna hevrêyê me rêya me ronî dike."

Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.