Rojnamevan Candemîr kete ber lêpirsînê
Polîsan li Wanê bi ser malekê de girtin. Rojnamevan Oktay Candemîr jî bi gotina 'pîvana bêgunehiyê binpê dikin' dîmenê serdegirtinê rexne kir. Candemîr ji ber vê yekê kete ber lêpirsînê.
Polîsan li Wanê bi ser malekê de girtin. Rojnamevan Oktay Candemîr jî bi gotina 'pîvana bêgunehiyê binpê dikin' dîmenê serdegirtinê rexne kir. Candemîr ji ber vê yekê kete ber lêpirsînê.
Hikumeta AKP-MHP'ê ku sala 2022'an qanûna sansurê amade kir, bi rêya vê qanûnê lêpirsîn û dozên nû li hemberî rojnamevanan dide destpêkirin.
Di rojên borî de Wezareta Karên Hundir a Tirk dîmenek parve kiribû ku polîsan li Wanê bi ser malekê de girtibû û derî şikandibûn. Oktay Candemîr ku li Wanê rojnamevaniyê dike, parvekirina van dîmenan bi gotina ‘pîvana bêgunehiyê binpê dikin’ rexne kiribû.
Piştî parvekirina Candemîr, Dozgeriya Komara Wanê derbarê wî lêpirsîn da destpêkirin.
Candemîr di çarçoveya lêpirsînê de, bi parêzerê xwe Kadîr Kûtevî re çû qereqolê û îfade da. Candemîr got ku dîmenên navborî, weke rojnamevan û mirovekî ew nerehet kiriye û diyar kir ku ne rast e ev dîmen ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve were weşandin.
Piştî kar û barên îfadeyê, Candemîr hat berdan.