ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: şerê azadiyê ji nan û avê girîngtir e! Di şer de dibe ku me serketineke misoger bi dest nexistine, lê belê destketiyen me yên jê hêjatir hene.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Li Rojhilata Navîn Yezîtî dewam dike. Dewleta Tirk bi desthilatdariya AKP-MHP'ê bûye dewleteke Yezît. Di navbera Enqere ya vê demê û Şam a Yezît de ti cudahî nîne.

Seroka Giştî ya DP'ê Elîf Torûn Oneren diyar kir, li Tirkiyeyê ku kuştina jinê, êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan, bêkarî û bûyerên xwekuştinê zêde bûne, rewşa heyî ya kaosê bi destê desthilatdariyê hatiye afirandin.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrişan hişyar û rêxistinbûyî be û got, "Divê gelê Kurd li qadan dengê xwe bide bihîstin."

MOP'ê komkujiya Smeleyê şermezar kir û got, "Ev komkujî bû sedem ku gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ku xwediyê şaristaniya Mezopotamyayê ye, li welatê Iraqê ji aliyê siyasî, civakî, çandî, cografîk û zanistî ve ber bi çîna herî jêrîn ve bê dehfdan û pirsgirêka neteweyî bê fetisandin."