ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Li Wan û Colemêrgê 7 sal in kiryarên rewşa awarte hene. Qedexeya ku li Wanê beriya niha 15 rojan carekê dihate dirêjkirin, niha hefteyê carekê tê dirêjkirin. Li Colemêrgê jî bênavber dewam dike.
- Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Eda Îbrahîmoglû diyar kir ku bi guhertina desthilatdariyê re pirsgirêk çareser nabin û got, çareseriya ku rexneyê li sîstemê neke wê mayinde nebe, lewma pêwîstî bi qutbûna ji dewletê heye.
- Parlamenterê Mêrdînê yê HEDEP'ê George Aslan got, "Eger li ser bûyera kuştina Hurmuz Dîrîl hatibû rawestandin wê Gevriye Akguç li hewşa mala xwe nehatibûya kuştin. Hewl tê dayin ku herêm ji Suryaniyan bê xalîkirin."
- Dengbêj Feyzoyê Rizo ku li Rûsyayê koça dawî kir, wê îro bê veşartin.
- Li 7 bajar û navçeyên Rojava pirtûkxaneyên bufe hatin avakirin, ji bo mirov karibin bi hêsanî xwe bigihînin pirtûk, kovar û rojnameyan û çanda xwendinê belav bibe.