ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Jinên ku di serdemên herî giran ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de meşaleya berxwedanê vêxistin, bi çalakî û şehadeta xwe bûn sedema destpêkirina serdemeke nû.

- Ji bo bîranîna gerîlayên azadiyê yên Kuridstanê ku li Zap, Metîna û Avaşînê şehîd bûn, klîbek bi navê "Kuro Jahro" hate amadekirin.

- Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmed Tûrhalli bal kişand ser girîngiya bicihanîna pêwîstiyên lezgîn ên mexdûrên erdhejê û got, "Em derfetên xwe hemûyan seferber bikin ku mirovên me cih û warê xwe neterikînin."

- Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku plana Îngilistanê ya ji bo astengkirina penaberan ên bi rêya Qenala Manşê xwe digihînin welêt, wê zerarê bide hiqûqa navneteweyî.