ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Ji fermandarên YJA Starê Zozan Çewlîk şehîd Emîne Erciyes weke çemekî ber bi şoreşa Kurdistanê ve herikî pênase kir û soza dilsoziya bi bîranîna wê re dubare kir.
Zanyarê Zimanê Kurd Zana Farqînî anî ziman ku divê dewlet tavilê dest ji wan polîtîkayên xwe berde ku dibin sedema şer û got, “Ji bo aştiyê divê gav bêne avêtin û polîtîkayên cihê baweriyê bikevin dewrê.”
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îro li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev kom dibin.
Li dijî talankirina xwezayê ya li Çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê ya Şirnexê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma ‘Em ê rê nedin qirkirina ekolojîk, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin’ îro meşek tê lidarxistin.
Rojnameya New York Timesê ragihand ku li gel sozên guhertinê yên piştî desthilatdarîbûna Ahmed eş-Şara hatin dayin li Sûriyeyê hîn jî mîrateya otorîteriyê heye.
Vegera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê ji aliyê rayedaran ve ji nedîtî ve tê. Hinek ji wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên nû ve têne parastin. Ev rewş bilindbûna bi nepenî ya rêxistinê ya sala 2014’an tîne bîra mirovan. Gel bi fikar e ku tundî jinûve rû bide.