ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2021'Ê

Rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku kuştina Mîraç Mîroglû bi wesayiteke zirxî, nîşaneya dijminatiya li Kurdan e.

Endama Saziya Mamosteyan a Şengalê Diya Şengalî derbarê hilbijartina perlementoya Iraqê de got, "Ji bo me civaka Êzîdxan serkeftina delegeyê me, wê hêviya azadiyê û parastina hebûna me xurt bike."

Yekemcar ji gerstêrkeke cuda ax ji cîhanê re tê anîn.

Li bajarê Richmond ê eyaleta Virgingia ya DYE'yê peykerê General Robert Lee hate rakirin.