ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
Rojevên ku li Kurdistan û cîhanê derketine pêş.
Rojevên ku li Kurdistan û cîhanê derketine pêş.
Êrîşên dagirker ên Tirk û PDK'ê yên li ser qada Metîna û geşedanên pê re têkildar wê bêne şopandin.
-Ew, bi hevalên xwe re li herî pêş bû, beriya her kesî ew gihaştibû qada berxwedanê, cem hevalên xwe, bi hevalên xwe re li ber xwe da, şer kir .Gerîla Marya Aram; li gel Ronahî Axîn, Devran Ekîn, Nesrîn Gever, Berfît Botan û Demhat Bahoz 24'ê Nîsana 2021'an nemir bû.
-Deniz Firat, sala 20142an dema ku rewşa li eniyê bi wêrekiyeke mezin ji Kurdistanê û cîhanê re radigihand şehîd bû. Bi pratîka xwe ya gerîla, bi helwest û nûçegihaniya xwe mîrateyeke mezin hişt.
-Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di bin nîrê wan de bi sedan sivîl hatin kuştin, bi sedan jê birîndar bûn, nexasim gundên ku sivîl lê ne dikin hedef.
-Em bi kesekî re bi çarçoweya êrîşên nîjatperest ên li pey hev ên li Anatoliya Naverastê yên li ser Kurdan axivîn, ku ev kes li wir dijî, got siyasîbûn ji bo Kurdên ku bi sedan sal in li wir dijîn guherîneke mezin e.
-Jinên li dijî kuştinên jinan gotin,''Em nikarin kuştineke dî ya jinan ragirin.''