ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Nûnerên Abya Yala diyar kirin ku li hemberî êrîşên dagirkeran ew bi gelê Kurd re ne û gotin, "Em bi heman biryardarî û daxwazê li dijî bêedaletiyê têdikoşin."

- Kovara Stêrka Ciwan bi sernavê "Li ser xeta fedaî ya Rêber Apo meşiyan" bi dîzayn û naverokeke nû hate weşandin.

- Nivîskar Anahîta Sîno nivîskariya xwe ya ku di zarokatiyê de bi helbestan destpê kir, bi lêkolînê bi pêş ve bir. Anahîta Sîno ku 3 pirtûkên wê hatşn çapkirin, her sê pirtûkên wê jî di dema dagirkirina Serêkaniyê de winda bûn.

- Yek ji bi hezaran lehengan Berfîn Rêbaz bû ku li çiyayên Kurdistanê destan nivîsandin. Qîrîna serketinê ya Berfîn Rêbaz fîşekeke serhildanê bû ku li xiyanetê ket.