ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Lêkolîner û pisporê Rojhilata Navîn Zaîd Yoûbî got, hikumeta Enqereyê li pey têkbirina îrade û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku divê cîhan piştgiriya Kurdan bike.

- Wekîlê HDP'ê îmam Taşçier ku li Meclîsa Tirkiyeyê di civîna têkildarî budçeyê de axaftina wî ya bi Kurdî hate astengkirin, diyar kir ku wê li her platformê daxwaza ziman û statuya Kurdan bînin ziman.

- Wekîlê hDP'ê Habîp Eksîk bi bîr xist ku sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêbazeke êşkenceyê ye û ji bo meşa 12'ê Kanûnê ya li Wanê banga tevlîbûnê kir.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012'an û vir ve di berxwedana dijî êrîşên dagirkeriyê de 4 hezar û 200 gazî hene. Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên xwe piştgiriya pêwîstiyên perwerde û tedawiyê dide.

- Şarezayê Jenosîdê Hêmin Hesîb got: “Divê em nimûneyên ax, xweza û heta birîndarên çekên kîmyewî bigihînin derve, li labaratuwarên Ewropayê lêkolînên cidî ser bê kirin.”