ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva 8'ê Hezîranê ya Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva 8'ê Hezîranê ya Kurdistan û Cîhanê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet a Medya Haberê de li ser êrişên artêşa Tirk û liv û tevgera PDK'ê ya li qadên gerîla axivî.
Bûyerên têkildarî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.
Nerazîbûna li dijî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê dewam dike.
Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser Emîne Osê têkildarî bûyerên dema dawî yên li Minbic, Şêxmeqsûdê axivî û bal kişand ser hêzên ku di van bûyeran de provokasyonan dikin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di nava berxwedaneke bêeman de ne, diyar kirin ku artêşa Tirk dike nake nikare encamê bi dest bixe.
Polîsên Norwêcê ragihand, ku cesedê destpêka vê salê li Qenala Îngiliz a li qiraxa welêt hate dîtin, yê pitikekî 15 mehî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ku winda bû.
Bermahiyên ku li Sûdanê ji aliyê arkeologan ve hatin dîtin, weke delîlê şerê herî kevn ê hatiye keşifkirin, tê qebûlkirin. Bermahiyên beriya 13 hezar û 400 salî yên li peravê Nîlê hate dîtin, nîşan dide ku komek ji mirovan di nava şer de ne.