ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê wê bêne şopandin.

- Bi pêşengiya TJK-E'yê wê îro li gelek bajarên Ewropayê ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê çalakî bêne lidarxistin.

- Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkaniya berxwedana gerîla ye û got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê li ser xeta Rêber Apo serketina xwe misoger bikin."

- Yek ji zarokên serhildêr ê warê bazan Zapê Mazlûm Koçer bi jiyana xwe ya dilnizm û kesayetiya xwe ya xwezayî di dilê hevrêyên xwe de girt û wê bibe hinceta serketinê.

- Gerîlaya YJA Starê Gerîla Bêrîvan destnîşan kir ku têkoşîna gerîla parastina gel e û got, "Em êrişên li ser gel qebûl nakin û li hemberî wan bêdeng namînin."

- Hevseroka Komeleya Wêjevanên Kurd Fatma Tûnç anî ziman ku armanca komeleyê ew e ku wêjeya Kurdî li her derê xurt bike û bi pêş ve bibe.