ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.
DMME heta ku darizandina li Îmraliyê nehesibîne û nexîne, ti caran wê neyê hesibandin ku bi dadmendî tevgeriyaye; wê xwe ji wê rîska ku bikeve ber bayê komployê jî xilas neke, ku di şexsê me de ev komplo li dijî gelê Kurd hatiye danîn. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan- Beşa 14'emîn.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku azadiya Ocalan wezîfeya mirovahiyê ye û got, "Divê em Rêber Apo azad bikin û bi vî rengî deynê xwe bidin."
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd 45 sal in têkoşîna herî mafdar û bi rûmet bi pêşengiya PKK'ê dimeşîne û got, ev yek rastiyeke welê ye ku nikare bê berevajîkirin û veşartin.
Ji Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îhsan Seylan got, heta ku pêvajo asayî bibe, yên divê bên cezakirin werin cezakirin, heta ku şîna dayikên reş girêdane biqede ew ê li ber Gar a Enqereyê bin.
Darizandina gardiyanê berê yê kampa komkirinê ya Naziyan dest pê kir. Josef S. ku tê gotin li Sachsenhausenê dixebitî, bi hevkariya ji komkujiya 3 hezar û 518 kesan tê sûcdarkirin.
Tableteke hîdrojel a ku ji aliyê endezyaran ve hate çêkirin, lîtreyek ava çem di nava saetekê de dezenfekte dike û dike ku karibe bê vexwarin.