ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê werin şopandin.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

- Ji Zarîfe heta Leyla Qasim, ji Besê Anûş heta Sakîne Cansiz, ji Zekiye Alkan heta Arîn Mîrkan di dîroka nêz de meşaleya berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê jinan ve hate vêxistin.

- Ferzende Mûnzûr ku tevlî konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî û Aramî ji Cîhanê re' bû, wiha axivî "Mîna Mandela, Abdullah Ocalan jî weke lîderekî dibînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hewldanên hiqûqî û siyasî wê zêde bibin."

- Endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan destnîşan kir, jin û gelê Kurd ên ku di vê astê de ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ve xurt bûne, ji warê xwe nikarin bêne qutkirin û got, "Welatê me civakîbûn, exlaq û azadiya me ye."

- YPS JIN salvegera 7'emîn a damezrandina xwe û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

- Hunermend Mihemed Şêxo 34 sal berê çû li ser dilovaniya xwe, lê hunera wî hêj di nava rengê çanda Kurdî de geş dibe. Şêxo bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê Kurd dewlemend kir.

- Rojnamevanên jin ên li herêma Şehbayê 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kirin û gotin, “Jin ji bo têkbirina pergala serdest a mêr, têkoşînek bêhempa didin meşandin û her rojê dikin roja 8’ê Adarê.”