ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker diyar kir li çiyayên Kurdistanê şerekî giran heye û got, ''Gerîla niha şerekî mezin dikin. Vîna gerîla dijmin bêgav hiştiye.''

Cihokên ku nahêlin av bi ser kon de were, ji wan re Pargîn tê gotin. Niha jî li ser vî navê ku koçeran daniye, navendek hatiye avakirin ku li vê navendê nirxên netewî yên Kurd têne parastin.

Ji roja li Herêmên Parastinê yên Medyayê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê destpê kir û vir ve, gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk a faşîst gelek çalakiyên serketî encam kirine.

Wê çalakiyên Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê mîna her hefte îro jî bê şopandin.

Nûnerê NY ê Efganistanê ji bo rewşa li welat diyar kir ku di dîrok de rojên ‘herî bi xwîn û mirin’ dijî.