ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 hezar û 804 şehîd hatin dayin, ku hîn jî têne dayin. Meclîsa Malbatên Şehîdan bi 8 komîte û 199 komunan xwe digihîne hemû malbatan, karê rêxistinî, piştevanî, tenduristî û aboriyê dimeşîne.

- Tevgerên ciwanan ên Kurd û enternasyonalîst di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li gelek welatên Ewropayê û Kanadayê dest bi çalakiyan dikin.

- Jinên li Wanê xwe ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê amade dikin.

- Keyayên hin taxên navçeya Artemêt a Wanê bi sponsoriya şaredariya AKP'yî li hev komk bûn û li ser dek û dolabên ku di hilbijartinên herêmî de bikin axivîn.

- Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP'ê Hulya Ateş Koç got, "Di kongreyê de bi taybetî li ser erdhejê û jinûve avakirinê hate rawestîni ku vê yekê hêz û hêvî da Hatayê."