ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan derbarê salvergera Komploya Navneteweyî de got: "Di sala 26'an a Komploya Navneteweyî de, em bi hev re têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û pergala qirkirinê ya ku afirandiye, li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd mezin bikin."

- Di pêşengiya TJK-E’yê de wê îro li gelek navendên Ewropayê çalakiyên şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê bên lidarxistin.

- Ji bo kesên ku digotin “Kobanê ket, dikeve” jineke li Miştenurê cîhan xiste nav kenê xwe, di 5’ê Cotmehê de bi gotina “Jinên Kurd hîn gotina xwe ya dawî negotiye” bersiv da.

- Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku dijmin difikire ku piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama Komploya Navneteweyîî de hat girtin wê gelê Kurd û gerîla tune bikin û gotin: “Çi dibe bila bibe em ê îdeolojiya Rêber Apo zindî bihêlin."

- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê yên ku di şer de israr dike û civakê tecrîd dike, bingeha xwe li Îmraliyê hatiye avêtin. Eren got ku ev yek veguheriye pergala rêvebirînê.

- Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Rêber Apo hebûna me ye û divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.”