ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Şert û merc her çendî giran bin jî ez ê hewl bidim ragirim. Di jiyana xwe ya Imraliyê de, hilberandina sebrê, maneyê û wêrekiyê wê ji min ne zehmet be. Zehmetiyên fizîkî li derveyî vîna min e. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan- Beşa 13'emîn.
Ji Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku tecrûbeyên têkoşînê yên Tevgera Jinê ya Azad gerdûnî bûye û got, "Binerin, dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' êdî perspektîfa jinan hemûyan e."
Qada Werxelê yek ji eniyên girîng ên xeta berxwedanê ya gerîla ye, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk hatiye danîn. Têkoşîna bi rengê tîman a gerîla jî beşeke girîng a vê eniyê ye.
Ragihandina Jin a Azad (RAJIN), ji pêşengên Tevgera Jinê ya Azad Gurbeteli Ersoz di salvegera 24'an a şehadeta wê de bi bîr anî û got, ji bo rastî di tarîtiyê de nemînewê li ser şopa heqîqetê têbikoşin.
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamuran Berwarî hilbijartinên giştî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nirxand.
Parêzera OHD'î Mehtap Işik anî ziman, piştî ku grevên birçîbûnê bi dawî bûn li girtîgehan zext û zordarî zêde bûn.