ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Bûyerên li ser erdheja li Kurdistanê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Têkoşîn Ozan destnîşan kir, jin û gelê Kurd ên ku di vê astê de ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ve xurt bûne, ji warê xwe nikarin bêne qutkirin û got, "Welatê me civakîbûn, exlaq û azadiya me ye."
- Jinên ji Wanê li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Em ê bi hêvî û raperînê, bi xwegirtina li hev dest bi 8'ê Adarê bikin. Em hem di şînê de ne, em jî di raperînê de ne û bi hêrs in."
- Berdevka Meclîsa Jinê ya Dest-Dan Seda Tanrikûlû bal kişand ser têkiliya navbera êrîşên li dijî jinê û dstnîşan kir ku divê têkoşîn bi hevkarî bê kirin.