ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endama Lijneya Rêveber a Şûbeya Amedê ya OHD'ê Adile Salman bal kişande ser grêva brirçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got bi tecrîdê re şer, krîza aborî, siyasî û sosyal zêde bûye.
Siyasetmedar û Fermandarê Hêzn Muqaweme yê Sûriyê Mîhrac Ural li ser têkiliya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şamê got, heke alî tişta ku bikeve ser wan pêk bînin wê her kes bi ser bikeve.
Li Xelîfanê çi bû bi zelalî nayê zanîn. Lê gelê Kurd divê zû rabe ser xwe. PDK divê daxuyaniyeke pêbawer bide.
Fûrara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku îsal a 5’an li Qamişlo hate lidarxistin, bi dawî bû.
Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît Eren a bal kişand ser qetlîamên nîjatperest û êrîşan got: “Polîtîkaya bê cezatiyê ya darazê, cesaretê didin êrîşkaran.”