ROJEVA 6'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- 'Meşa Gemlîk' îro bi dirûşma 'Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin' destpê dike.
- Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê di her şert û mercî de têbikoşin.
- Yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê, ji ber çalakiyên gerîla tengav bûne. Hêzên PDK'ê ji bo van dagirkeran biparêzin li sê nuqteyên cuda baregehên leşkerî çêkirine.
- Welat Dalaho di temenê xwe yê ciwan de bû gerîla. Zanîbû ku avakirina jiyanê bi kedê, yek ji nirxên herî mezin e. Lewma her berpirsyariyên xwe bi cih anî û bû pêşengek.