ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hevseroka HEDEP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci got, sedema zêdebûna bûyerên destavêtin, destdirêjî û fûhûşê ya li Mêrdînê, konsepta şerê taybet e.
- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê HDP'ê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, got "Me amadekariya xwe kiriye ku çi, bi kê re çawa bikin. Qeyûm tê û diçe, lê îradeya gel mayinde ye."
- Serokê Giştî yê Partiya Îslamê ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind bang li gelê Kurd kir ku yekîtî û destketiyên xwe biparêze û got, "Beriya her tiştî divê em şewata li mala xwe vemirînin."
- Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê hewl dide rê bigihîne ber çeperên gerîla. Bi kepçeyan dixwaze çeperên gerîla hilweşîne.