ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî û got, "Çawa ku xelkê me yê Başûr di pêvajoya komployê de xwedî li Rêber Apo derket divê niha jî heman seknê nîşan bide û bi ruhê yekîtiya neteweyî li ber dagirkeran rabe, Kurdistanê biparêze."

- Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û bang kir ku li her derê bi ruhê pêngavî têkoşîn bê meşandin.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera 26'an a komploya navneteweyî de daxuyanî da û got, "Têkoşîna sala 26'an wê li her qadê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bê meşandin û bi ser bikeve."

- Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku bi têkoşîna rêxistinbûyî ya li her qadê dawî li nêzîkatiyên komploger dikare bê anîn.

- Hevserokê Wan TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar bang li gel kir ku 9'ê Cotmehê li Amedê tevlî meşa şermezarkirinê bibe.