ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Eger şert û mercên polîtîk û organên biryardanê yên Tirkiyeyê amade bûne, beriya ku DMME biryarê têkildarî min bide min ê tercîh bikira ku pirsgirêkê bi Tirkiyeyê re bi rêya diyalogê çareser bikim. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan- Beşa 12'emîn.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, berxwedana gerîla, hewlesta dijminane ya PDK'ê ya li hemberî gerîla, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê PDK'ê ve û bêdengiya dewletên navneteweyî nirxand.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan anî ziman ku gerîlayên jin ji her demê bêhtir çalakiyan dikin û destnîşan kir ku ev yek ji bo artêşbûna jinê, asteke nû ye.
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bal kişand ser girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk û got, karên siyasî, rêxistinî û leşkerî divê di vê çarçoveyê de bêne kirin.
Fermandarên YPJ'ê nerazîbûn nîşanî hewldana PDK'ê ya destwerdana li Şengalê dan û gotin, "Parastina Şengalê parastina Rojava ye. Ji bo Rojava stratejîk e, ji bo me jî pîroz e."
Gerîlayan li qada berxwedanê ya Werxelê dest datînin ser teqemeniyên dewleta Tirk a dagirker. Gerîla piştî ku van teqemeniyan bêbandor dikin, wan li hemberî dagirkeran bi kar tînin.
Nobeda Azadiyê ku 10 sal in li Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 485'an de ye. Koma Dostaniya Kurd a ku ji parlamenterên Ewropayê pêk tê, serdana çalakiyê kir.
Ciwanên ku li Freiburgê li hev civiyan, li dijî faşîzm, xiyanet û tecrîdê bang li ciwanan hemûyan kirin ku di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de li ber xwe bidin.