ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Konferansa Ciwanan a Cîhanê piştî rûniştina îro wê bi dawî bibe.

- Dr. Toros Korkmaz anî ziman ku dewleta Tirk a beriya 100 salî ava bû li ser înkara kêmneteweyan û gelê Kurd ava bû, siyaseteke qirkirinê bênavber meşand û got, dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên salên dawî bûye dewleteke metirsîdar.

- KOMAW'ê ragihand ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir, kesê ku karibe şer bi dawî bike, aştiyê misoger bike Abdullah Ocalan e.

- Koma Muzîkê ya Hevra ku 4'ê Nîsana 2019'an dest bi kar kir, 5 sal in karekî serketî dimeşîne.